Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka neyarê heçî cure daniûstandinekê ye ji bona agirbesta di navbera Hemas û Îsraîl de

14:56 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Ceo Baydên serkomarê Amerîka got: Heçî cure baskirinek ji agirbesta li Xezê de, tenê piştî serbestkirina giroganan ji aliyê Hemasê ve dikare îmkan hebe.

Serkomarê amerîka li bersiva vê pirsyarê de ku erê gelo Amerîka li hember serbestkirina giroganan de, dê piştgîriya pirosa agirbestê bike yan ne de got: Em divê li serî de wan giroganan li destê hemasê de azad bikin, piştre em dikarin li vê derheqê de qise bikin, û niha em digel agirbestê de nînin.

Berdevkê wezareta derwe a Amerîka tevî redkirina agirbesta li Xezê de got: Heçî cure agirbestek dikare vê derfetê bide Hemasê ku ji bona berdewamiya êrîşên xwe bi dijî Îsraîl, xwe bihêztir bike.

Ev helwêsta Amerîka di demekê de ye ku ev 2 roje Hemas daxwaza ragirtina şer û êrîşa Îsraîl bo ser Xezê dike, û hin girûpên dinêye girêdayî bi rejîma Îranê jî weke Hizbulaha Lubnanê û milîsên li Îraq û Sûriyê bi gefkirin û êrîşa ser binkên Amerîka dixwazin Îsraîl û amerîka neçar bikin ku ger agirbestê nekin û êrîşa ser Hemasê nesekinînin, dê şer berfirehtir bikin.