Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîka li Rojhilata Navîn de xwe bo her êrîş û bersivdanek bi êrîşan amade kirine

17:39 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Berpirsên Amerîkayê dane zanîn ku êrîşên bo ser binke û berjewendiyên Amerîka li Rojhilata navîn de ji aliyê Îranê ve têne kirin û ragihandin ku dê bersiva rejîma Îranê bidin.

Berpirsên ewlehî yên Amerîkayê û herwisa “Pêntagon”ê ragihandine ku mijûlê xweamadekirin bo bersivdan bi zêdebûna êrîşên milîsên ser bi rejîma Îranê li Rojhilata Navîn de ne û xwe bo her bersivdanek bi êrîşan amade dikin û rejîma Îranê bi rêya milîsên girêdayî bi xwe, hewla zêdetirkirina aloziyan didin ku rola Îranê li vê yekê de rohn û eşkere ye.

Li vê derheqê de 3 balafirên gihandina şewatê bo balafirên şerker li binkeya esmanîya “El-Edîd” a Qeterê de amade kirine.

Piştî êrîşa bo ser 3 binkeyên Amerîka li “El -Emer, El- Tenef û El-Şeddadî” ji aliyê girûpa terorîstiya “Moqawimeta Îslamiya Îraqê”, Amerîkayê biryara sekinîna micid li hember wan êrîşan û neçarkirina rejîma Îranê bo bersivdanê da.

Herwisa Berdevkê “Pêntagon”ê “Patrick S. Ryder” got: girûpên berpirsyar li wan êrîşan, ji aliyê rejîma Îranê ve piştevaniya wan tê kirin”; Herwisa navbirî bi tekezî got: “Li encamê de em dê Îranê neçar bi dana bersivê bikin”.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Îraqê “Mihemed El-Sûdanî” bi tekezî ragihand ku bi ti wayek êrîşên bo ser binkeyên Amerîkayê û hêzn hevpeymanan ên navnetewî, ji ti aliyekê qebûl nakin.

 “Mihemed El-Sûdanî” destûra lipeyketin bo bikerên wan êrîşan daye.