Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karkerên fermiye Neftê bi nîşana nerizayetiyê, girev girtin

11:37 - 3 Çirriya pêşîn 2023

Karmend û kedkarên fermiye Neftê ev çend roje , nerizayetiya xwe bi mangirtin û karnekirinê dane xuyakirin û kedkar û karimendên Sekoya Deryayî li 2 şirketên Felatê Qare û Neft û Gaza Pars dev ji kar berdan û bi kombûn û diruşm û bilindkirina pilakardan daxwaza mafê xwe yê bi qasî neyasayî a hiqûq û miza xwe kirin.

Hevdem li çendîn bajarên dinêye Îranê de jî karker û fermanbveran li hember kêmiya hiqûqê xwe yan nedana hiqûq û bêparkirina xwe ji heçî mafekê ji aliyê rejîmê ve, dest kirine xwenîşandan û kombûn û mangirtinê li ber deryên îdareyên peywendîdar.

Roj bi rojê ev nerizayetiyane zêdetir dibin  û li hember de jî rejîm ne tenê amade nine ku daxwaziyên wan cîbicî bike, belkî bi temaî dengê daxwaziyên karmend û kedkaran piştg guhê xwe ve havêtiye.