Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 7 rojên derbasbûyî de milîsên ser bi rejîma Îranê 13 caran êrîş kirine ser hêzên Amerîka û hevpeyman

10:16 - 25 Çirriya pêşîn 2023

Pêntagonê ragihand ku li 7 rojên derbasbûyî de milîsên ser bi rejîma Îranê li Îraq û Sûriyê de 13 caran êrîş kirine ser hêzên Amerîka û hevpeymanan.

Berdevkê “Pêntagon”ê generalê payebilind “Patrick S. Ryder” li cîvîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Milîsên ser bi rejîma Îranê li 7 rojên derbasbûyî de10 caran li Îraqê û 3 caran li Sûriyê, hêzên Amerîka û Hevpeymanan kirine armanca êrîşên xwe”.

Wî berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê got: “Tê pêşbînîkirin ku li paşerojeke nêzîk de bi awayekî berçav dijayetî li dijî hêzên Amerîkayê li tevahiya deverê de ji aliyê milîsên ser bi rejîma Îranê û herwisa li dawiyê de ji aliyê rejîma Îranê ve zêde bibe”.

General “Patrick S. Ryder” bi tekezî ragihand ku Amerîka bo parastina hêzên xwe û berjewendiyên Amerîkayê li her cihek cîhanê, li berteknîşandana hewce de xwe naparêze”.

Herwisa navbirî gotiye ku bi armanca alîkraîdan bi Îsraîlê, daxwaz ji çendîn berpirsên xwedî ezmûn kirine ku li dema dariştina operasionan de îsraîl bikare bersiva pirsên dijwar ên wek kêmkirina xisarên canî yên xelkê medenî li şer de bide û ew kesane bi awayê demkî li Îsraîlê de ne”.

Berê jî yek ji berdevkên Koşka Sipî “John F. Kirby” ragihandibû: “Bê guman rejîma Îranê hevkarê wan milîsan e û bi bê rejîma Îranê ne Hemas heye ne Hizbullah û ne ti milîseke din ên Şîe ku hêzên me bikne armanca rakêtan û em dizanin ku rejîma Îranê çavdêriyê li ser tevahiya wan bûyeran dike”.