Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Skadrana 119 a balafirên şerker ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de cihgîr bû

12:02 - 25 Çirriya pêşîn 2023

Piştî êrîşên milîsên ser bi rejîma Îranê bo ser Amerîka û hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyê, Amerîkayê hêzeke nû ji balafirên şer li Rojhilata Navîn de cihgîr kirin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîka “CENTCOM”ê, bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand: “Skadrana 119 a balafirên şerker ên cura F16 Falcon a hêza Esmaniya Amerîkayê bo bihêztirkirina hêza leşkerî li deverê û zêdekirina şiyana rêgirî ji destdirêjiyên zêdetir, li devera jêr kontrola CENTCOMê de hatine cihgîrkirin.

Heyamek berî niha Amerîkayê 2 gemiypên pêşketî yên hilgirê balafiran digel 10an gemiyên şer li deryaya Naverast de li nêzî Îsraîlê cihgîr kirine û herwisa li heftiyên derbasbûyî de jî hejmareke gelek zêde ji balafirên şerker ên cura F35, F22, F18 û çendîn curên balafirên şerker û herwisa 2 balafirên bombhawêj ên cura B52 li Rojhilata Navîn de cihgîr kirin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên Marênz û Komandoyên Çiya yên Amerîkayê çend heftiyan berî niha li Rojhilata navîn de hatine cihgîrkirin û bi serastî xuya nîne ku armanca wan hêzan lêdana çi welat an aliyekê ye.