Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa mafê mirovî li Îranê cihê nigeraniyê ye

12:21 - 25 Çirriya pêşîn 2023

Raportêrê Taybet ê Mafê Mirovî yê Saziya Netewên Yekgirtî li raporeke nû de nigeraniya xwe li derheq xirabtirbûna rewşa mafê mirovî li Îranê de da xuya û got ku siyasetên rejîma Îranê rêgirê demokrasî û çaksaziyan e.

Roja Sêşemî 2ê Xezelwera 1402 a Rojî, Raportêrê Taybet ê Mafê Mirovî yê Saziya Netewên Yekgirtî “Cawîd Rehman” li cîvîna Saziya Netewên Yekgirtî de bi belavkirina raporeke nû li derheq rewşa mafê mirovî li Îranê, îşare bi xirabtirbûna gelek zêde ya binpêkirina mafê mirov li Îranê de kir û ragihand ku segetiyên bingehîn li sîstema yasayî û siyasetên rejîma Îranê, meşên demokratîk û çaksaziyan li Îranê de tûşî sikestê kiriye.

Herwisa “Cawîd Rehman” li vê raporê de îşare bi tundûtîjiyên li dema binçavkirinên xweserane, girtîgeh, îşkence û sepandina sizayan kiriye û gotiye ku li destpêka sala 2023 heta niha zêdetir ji 419 kes hatine bidarvekirin.

Navbirî tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq rewşa jinan li Îranê û sepandina cezayên giran bi ser neraziyên hicaba bi zorê, gotiye: “Jin li Îranê de li jêr cudatîdanînên zayendî de ne û kêmîneyên etnîkî jî  rastî cudatîdanîna sîstematîk û azardanê hatine û ji hemû navendan bo danûstandinên demokratîk û çaksaziyan bi dûr ragirtine”.

Navbirî huşdarî da ku “li derbasbûna heyam de renge serkutkirin dijwartir bibin û heta azadiyên bingehîn li yasayan de neyênê cihgirkirin û birêvebirin, rewşa  binpêkirina mafê mirov li Îranê ti guherînekê bi xwe ve nabîne”.