Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rishi Sunak: “Mezintirîn metirsî, reftarên alozker ên rejîma Îranê ne”

12:31 - 25 Çirriya pêşîn 2023

Serokwezîrê Birîtaniyayê li civîna parlemana Ewropayê de gotiye ku mezintirîn metirsî ji aliyê dijayetî û reftarên alozker ên rejîma Îranê ve ye û hewce ye ku bê sekinandin.
Serokwezîrê Birîtaniya “Rishi Sunak” li civîna Parlemana Ewropayê li roja Sêşemî 2ê Xezelwerê de tevî Îşare bi rola rejîma Îranê li êrîşên mûşekî ji aliyê Hemas, Hizbullah û Hûsiyên Yemenê bi tekezî ragihand: “Mezintirîn metirsî reftarên alozker ên rejîma Îranê ne û ya girîng jî ev e ku divê bê sekinandin”.
Herwisa “Rishi Sunak” gotiye: “Yek ji karên ku hewce ye em bi awayê bi kom bikin ev e ku Îsraîl û Felestînê bo pêşkevtinê han bidin û me li hemû danûstandinên xwe de digel serokên welatên Erebî li ser vê yekê tekezî kiriye”.
Êrîşên Hemasê û destêverdana Hizbullah Lubnanê li şerê digel Îsraîlê de derfeta jiyana asayî û paşerojeke rohn ji xelkê Felestînê standiye û herwisa heta hêz û milîsên ser bi rejîma Îranê şiyana kar û çalakî li Îsraîl, Lubnan, Sûriye û Yemenê û heta Îraqê de hebin, ti derfetek bo jiyaneke asayî û dûr ji xwînrêjî bo xelkê vê deverê peyda nabe.