Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên Hemasê berî êrîşkirin bo ser Îsraîl, li Îranê de perwerdeya leşkerî dîtine

09:07 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Rojnameya Amerîkayê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku milîsên Hemasê û Cîhada Îslamî, berî êrîşkirin bo ser Îsraîl, li Îranê de perwerdeya taybet dîtine.

Rojnameya Amerîkayê “Val Strît Jornal” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku nêzî 500 kes ji milîsên Hemas û Cîhada Îslamî, berî êrîşkirin bo ser Îsraîl, perwedeya taybet a leşkerî ji aliyê piledarên spaha Quds a terorîst ve dîtine û “Îsmaîl Qa’anî” yê terorîst li perwerdeya wan de amade bûye.

Li êrîşa hemasê bo ser festîvala aşitiyê li nêzî Xezê, bi 100an kes ên medenî bi awayekî hovane hatine kuştin û termên bê kinc ên jinan li bajarê Xezê de hatine gerandin û rejîma Îranê ew cinayeta wek destkevteke mezin û cihê şanaziyê binav kir û herwisa rejîma Îranê hewla geştirkirina agirê şer li dûrî sînorên xwe dide.

Êrîşên ji her du aliyên şer bûye sedema canjidestdana jin, zarok, kal û kesên din ên medenî û Hemas bi êxsîr girtina kesên medenî û bê tawan cinayetek din encam daye ku ew kiryarane bi tevahî bi piştevanî û handana rejîma hov a Îranê têne kirin.

Siyasetên rejîma Îranê bûye sedem ku rojane bi 10an kes li felestîn û Îsraîl de bêne kuştin.