Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya bombebarankirina Rojavayê kurdistanê ji aliyê Turkiyê ve

10:52 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Di demekê de ku şerê di navbera Hemas û Îsraîlê bala hemî cîhanê û media yan bo aliyê xwe rakêşaye, hevdem rojane Turkiye jî êrîş û bombebarana Rojava yê kurdistanê dike.

Di heyamê çend Hefteyên borî de Artêşa Turkiyê dehan caran herêmê îdara xweseriyê li Rojavayê Kurdistanê kirine armanca êrîşa xwe.

Bi sedema wan êrîşan ve piraniya jêrxan û Rê û Pire û cihên berhemanînê xisar dîtine û rojane xelkê sivîl û jin û zarok dikevne ber êrîşê ku heya niha dehan kesan canê xwe ji dest daye û hezaran kes bê mal û hal mane û mişextî bûne.

Piştî teqîna Enqerê ku PKK ê ev kiryar kêşa ustiyê xwe, êrîşên Turkiyê çend qat ji berê zêdetir bûn.

Ji bilî êrîşa Artêşa Turkiyê û bombebarankirina Rojavayê Kurdistanê, hin girûp û milîs û eşîrên Ereban û çetên girêdayî bi rejîma Esed û Turkiyê û rejîma Îranê jî, êrîşê dikne ser gund û malên Kurdan û ev yeka bûye sedem ku parekî berçav ji Kurdan ji bona parastina canê xwe mal û halê xwe bi cî hêlane.