Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 meh girtin biser Çalakvanekî jîngeparêzî de hate sepandin

11:02 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Yasir Nûrî, çalakvanê jîngeparêzî û xelkê Ciwanro yê ji aliyê Taya 4 a dadgeha Înqilaba Kirmaşanê bi tohmeta pirûpagende dijî nizamê, 4 meh girtin biser de hate sepandin.

Kombûna dadgeha pêregiheştin bi tohmetên sepandî bi ser wî çalakvanê jîngeparêzî di heyama rojên derbasbûyî li Taya 4 a dadgeha Înqilaba Kirmaşanê ve birêve çoye û ev hukim roja Çarşemî 3ê Xezelwerê bi navbirî re hatiye ragehandin.

Roja Şemî 7ê Gelawêjê, hêzên ewlehî yên rejîmê bi bê hebûna ti belgeyên sayasî bi awayekî hov li yek ji şeqamên Ciwanro yê navbirî girtibûn û bo girtîgehekê li meydana neft a Kirmaşanê veguhastibûn.

Piştî girtina Yasir Nûrî hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wî û vekolîne.

Ev çalakvanê jîngeparêzî piştî 12 roj ji girtinê bi dana barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.