Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna zêdetir ji 25 serbazên Amerîkayî di Îraq û Sûryê de

11:05 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Li gorî nûçeya Ajansa Royterz, bi sedema êrîşên rojên derbasbûyî bo ser binkeyên hêzên Amerîka, zêdetir ji 25 serbazên Amerîkayî di Îraq û Sûryê de birîndar bûne.

Di heyama Hefteya derbasbûyî, girûpên ser bi rejîma Îranê bi firokeyên bê pilot çend caran êrîş kirine ser binkeyên serbazî yên Amerîka di Îraq û Sûryê de ku bûye sedema birîndarbûna zêdetir ji 25 serbazên Amerîkayî.

Wezareta berevaniya Amerîka Pêntagonê, êrîşên bo ser hêzên xwe piştrast kir.

Roja 18ê Oktobera 2023 an, êrîşek mezin bo ser binyekên Amerîka di Sûryê de hate kirin û bi vê sedemê jî 20 serbazên Amerîkayê birîndar bûn.