Pitir ji mehekê ye ku sala nû a xwendinê li Rijhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin û heya niha 506 dibistan di parêzgeha Urmiyê de pirsgirêka kêmiya mamosteyan hene, û bi vê sedemê jî xwendin di parek ji polan de nehatiye destpêkirin.
Di parêzgeha Kirmaşanê de aliyê kêm li 6 bajaran pirsgirêka kêmiya mamosteyan heye, û Birêveberê Perwerdeya wê parêzgehê ragehand, bi zêdekirina heyama karê mamosteyan û herwisa mifahwergirtin ji mamosteyên malnişînkirî, rê nedane ku ti polek bê mamoste bimîne.
Ji bo berpirsên Perwerdeya Îranê dijvare ku vê yekê behs bikin, lê dibistanên bajarên Ciwanro, Pawe, Sehne, Şabad, Gaware û Hersîn pirsgirêka kêmiya mamosteyan hene, heya ber bi gundan ve diçe ev pirsgirêk kurtir dibe.
Bi salane Wezareta Perwerdeya rejîma Îranê pirsgirêka budce û mûçeya mamosteyan heye, ji ber hindê mamosteyên malnişînkirî hez nakin vegerne ser polên wane gotinê.