Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîkayê huşdarî da rejîma Îranê

11:13 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Serkomarê Amerîkayê li derheq êrîşa milîsên ser bi rejîma Îranê bo ser binkeyên Amerîka li deverê, huşdarî da rejîma Îranê û got ku li hegera berdewambûna wan êrîşan, em dê bersivek tund bidne Îranê.

Serkomarê Amerîka “Ceo Baydên” roja Çarşemî 3ê Xezelwerê li cîvîna digel Serokwezîrê Ustraliyayê li Koşka Sipî de li derheq êrîşên vê dawiyê yên milîsên ser bi rejîma Îranê bo ser hêzên Amerîkayê li Sûriye û Îraqê de got: “Huşdarîdana min bi Ayetullah ev e ku hekî kiryarên xwe li dijî hêzên me bidomîne, em dê bersivê bidin û divê ev bo vê yekê amade bin”.

Herwisa Serkomaryê Amerîkayê bi tekezî got: “Bersiva Amerîka bi wan êrîşan ti girêdan û pêwendiyek bi Îsraîlê ve nabe”.

Herwis “Ceo Baydên” li berdewamiya axaftinên xwe de ragihand: “Êdî ti îmkanek bo zivirîn bi rewşa berî êrîşa Hemasê bo ser Îsraîlê nemaye û ew yeka ku di paşerojê de dê biqewime divê rêkara 2 welataî be”.

Milîsên ser bi rejîma Îranê her carê li jêr navê girûp an taqimeke terorîstî êrîşê dikne ser binke û berjewendiyên Amerîkayê.