Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê azadîxwaz li Îranê wêneyên Armîta Girawend li ser dîwaran didin

12:01 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Tevî hemû hewlên rejîma Îranê bo bêdengkirina xelkê Îranê li derheq rewşa “Armîta Girawend” ciwanên xwendekar û herwisa xelkê azadîxwaz li bajarên Tehran û Kerecê de wêneyên Armîtayê belav kirin û li cihên giştî dan.

Bo rêzgirtin ji Armîta Girawend a temen 16 salî ya xelkê bajarê Kirmaşanê ku li rewşeke nexuya de maye, xwendekarên azadîxwaz li zankoya “Rewanşnasî” ya zanîngeha Tehranê de wêneyên Amrmîta girawend li cihên giştî yên vê zanîngehê dan û li jêr nivîsandin ku bi hawaran bangî navê Armîtayê bikin.

Herwisa li bajarê Kerecê de jî xelkê azadîxwaz bi lêdana benêran li ser pireke hatinûçon a bilind rêz ji Armîtayê girtin û li dijî rejîmê dirûşm nivîsandin wan ciwanan dirûşmên wek “Duh Jîna, îro Armîta, sibê dora me kîjaniye, bimre Xamineyî” nivîsandin.

Rewşa keça Kurd “Armîta Girawend” bi tevahî ji aliyê rejîma Îranê ve tê perdepoşkirin û rejîma Îranê ji tirsê serîhildana xelkê li hember vê cinayeta hovane, hewlê dide hemû zanyariyan li derheq zindîman an şehîdbûna Armîtayê sansor bike.