Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna navnetewî li derheq rewşa dijwar a “Armîta Girawend” nîgeraniya xwe nîşan da

12:24 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Saziya Lêbihorîna Navnetewî  nîgeraniya xwe li derheq rewşa “Armîta Girawend” da xuya û daxwaza lipeyketin û çona Kumîteya Derxistina Rastiyan û karnasên serbixwe yên navnetewî bo Îranê kir.

Roja Çarşemî 3ê Xezelwera 1402 a Rojî, Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de daxwaz li civaka cîhanî kir ku daxwazê ji berpirsên rejîma Îranê bikin ku rê bide komîteya Dexistina Rastiyan û karnasên serbixwe yên Saziya Netewên Yekgirtî biçne Tehranê û li ser sedemên mana Armîtayê li rewşa komayê de lêkolînan bike.

Herwisa vê saziya mafê mirovî tekezî kiriye ku hemû biryarên pizîşkî yên peywendîdar bi Armîtayê divê bi tevahî ji aliyê bisporên dermanî yên serbixwe û malbata Armîtayê ve bêne dan û ew biryarane nabe ji aliyê berpirsên derveyî beşa dermanî yên wek navendên ewlehî û îtilaatî ve bêne redkirin û neyêne berçavgirtin.

Herwisa Rêportêrê Taybet yê Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên Îranê,  “Cawîd Rehman li rapora xwe ya dawiyê de tevî îşarekirin bi nûçeyên trajîk li derheq “Armîta Girawend” a temen 16 salî, xembarbûna xwe dabû xuya û daxwaz ji rejîma Îranê kiribû ku yasayên hicaba bi zorê, hilveşîne.