Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaza sekinandina tundûtijiyên rejîmê li ser xelkê Zahidanê kir

17:36 - 26 Çirriya pêşîn 2023

Saziya Lêbihorîna Navnetewî, daxwaz ji berpirsên rejîma Îslamiya Îranê kiriye ku tundûtîjiyên li ser nerazî û nimêjkerên Belûç bisekinîne.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî belav kiriye: “pêlekî nû ji êrîşên hovane li dijî neraziyan û nimêjkerên Belûç li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de dest pêkiriye”, herwisa vê saziya mafê mirovî daxwaz ji rejîma Îranê kiriye, tundûtijiya neyasayî ye li hember wan de bi kar nebe”.

Li xwenîşandana heftiya derbasbûyî de rejîma Îranê bi 100an kes binçav kirine ku heta niha nasnameya 112 kes ji wan hatine zanîn ku 33 kes ji wan zarok in.

Berê jî “Mewlewî Ebdulhemîd” li derheq wan kiryarên hezên serkutker û hov ên rejîmê de gotibû: “Hatina hêzên leşkerî û ewlehî bo nav mizgevta “Mekî” li dema nimêjkirina xelkê de û amadebûna wan li derdora vê mizgevtê, bo xelkê cihê nerehetiyê bû ku bû sedemê haydan û bertek nîşandana wan”.

Li roja Înê 8ê Rezbera 1401 a Rojî de hêzên hov û xwînmij ên rejîma Îranê bi çekên sivîk û nvesivik ên şer, êrîş kiribûne ser xwenîşandana xelkê Belûç li Zahidanê û bi dûr ji hemû exlaq û pirensîpên mirovî û navnetewî û olî, zêdetir ji 100 kes ji xelkê bêtawan ku parek ji wan zarok bûn, dane ber desrêjiya gullan û şehîd kirin.

Ew trjêdiya mirovî wek “Îna bi xwîn a Zahidanê” hatiye tomar kirin ku bi tenê belgeyek, ji hovitî û dijemirovbûna rejîma Îslamiya Îranê ye.