Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mûşekên Hûsiyan di cihê evê ku bigehne Îsraîl li Misrê ketine

11:08 - 28 Çirriya pêşîn 2023

Îsraîlê ragihandiye ku êrîşên diron û mûşekên Hûsiyan ku dixwestîn Îsraîlê bikin armanc, li nêzî bajarekî Misrê li nêzî sînorê Îsraîlê û li nav axa Misrê de kevtine xwarê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîl “Lîver Hayat” bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku êrîşa diron û mûşekan li ser Misrê ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatiye encamdan û ragiahndiye: “Îsraîl xisarên ku li encama êrîşa diron û mûşekên Hûsiyan bi hêzên ewlehî yên Misrê kevtine şermezar dike”.

Hûsiyên Yemenê ku girûpeke ser bi rejîma Îranê ye, çendîn caran hewl daye ku axa Îsraîlê bikin armanc û bi sedema seqetbûna sîstemên mûşekiyên wan di cihê Îsraîlê li cihên din dikevin û çend roj berî niha di cihê Îsraîl bide, Xeze bibû armanca mûşekên wan.

Nûçegihaniya fermî ya Misrê li vê derheqê de û pêka gotina hêzên çekdar a Misrê raporek belav kiriye û li vê raporê de hatiye ku li bajarê qiraxavî yê “Taba” li tenîşta deryaya Sor û nêzî sînorê Îsraîlê, dorinekî xwe li bînayeke xistiye ku 6 kes birîndar bûne.

Herwisa vê nûçegihaniyê ragihandiye ku alaveke nenaskirî li nêzî Wêzgeha Berqa bajarê Noybe`e”yê kevtiye xwarê û ew bajare jî li Sehraya Sîna li tenîşta deryaya Sor de ye.