Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîma Fûtbala Erebistanê, bi sedema tendîsa qasim Silêmanê, amade nebûn bilizin

10:11 - 3 Çirriya pêşîn 2023

Danana tendîsa Qasim Silêmaniyê terorîst, bû sedemê hilveşandina leyîza tîma Fûtbala “El itihad” a Erebistanê di gel tîma “Sipahan” a Êsfehanê.
Leyîza tîmên El itihad a Erebistanê û Sipahan a Êsfehanê, bi sedema amade nebûna tîma Erebistanê li ser meydana leyîzê hilweşiya.
Tîma Erebistanê li dema ku dixwastin derbasî nava meydana leyîzê bibin, dema ku dîtin peykerê Qasim Silêmaniyê terorîst li qiraxa meydanê hatiye danîn, amade nebûn biçne nava meydanê û her livê nerizayetiya xwe dane xuya kirin û meydana leyîzê û piştre Îran terik kirin.
Hevdem di gel nerizayetiya tîma El itihadê , hezaran temaşeçiyên ku hatibûne meydanê da ku bera xwe bidne leyîzê, paşmayî û kirs û keval û debê avê û kevir, dihavêtne mucesima Silêmaniyê terorîst û diruşm didan, wek merg ber dîktator, merg ber terorîst, bê şeref , em leyîza siyasî naxwazin.