Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama yek mehî de 463 welatî di Îranê de hatine girtin

12:56 - 3 Çirriya pêşîn 2023

463 welatî li meha sêptambira 2023an ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Li gorî Amara Hengawê, li meha sêptambera 2023 an, aliyê kêm 463 welatî li seranserê Îranê ji aliyê Navendên ewlehî ve hatine girtin û ev amar bi berawird digel meha Agostê, 199 halet bi rêjeya %75 zêde bûye.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 203 welatî yên Kurd 122 welatî yên Belûç û herwisa 51 jin, 50 zarok û 8 welatiyên peyrewa ayîna Behayî di heyama meha Sêptamberê ji aliyê Navendên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin yan hatine revandin, ku pitir ji %70 welatiyên girtî Kurd û Belûç bûne.

Li meha Sêptamberê aliyê kêm 203 welatiyên Kurd ji aliyê Navendên ewlehî yên Komara Îslamî ve hatine girtin û ev hejmar rêjeya %44 ji hemû welatiyên girtîne di heyama yek meha derbas bûyî li seranserê Îranê ye.

Herwisa li meha Sêptamberê aliyê kêm 122 welatiyên Belûç ji aliyê Navendên ewlehî yên Komara Îslamiya Îranê ve hatine girtin ku bi rêjeya %26 a hemû girtiyane.

Ji aliyekê dine ve aliyê kêm 32 welatiyên Lor û Bextiyarî bi qasî %7 û %20 welatiyên Tirk bi qasî %4.3

ji aliyê Navendên ewlehî ve hatine girtin.

Li gorî vê raporê, 8 kes li çalakvanên Olî ku hatine girtin li peyrewa Ayîna Behayî bûn, ku 4 kes ji wan jin û 4 kes jî zilam bûn, herwisa li meha derbas bûyî aliyê kêm 8 çalakvanên olê Sunnî li bajarên cuda yên parêzgehên, Hormozgan, Faris, Sîstan û Belûçistan herwisa welatiyekî Ermenî hatiye girtin.