Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd piştî 8 meh û 14 roj girtina demkî bi dana barimteyê di girtîgeha Nexedê de hate azadkirin.

11:12 - 28 Çirriya pêşîn 2023

Roja Çarşemî 3ê Xezelwerê, Semîh Resûlî welatiyê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî 8 meh û 14 roj girtina demkî bi dana barimteya 3 milyard Tûmenî bi awayekî demkî di girtîgeha Nexedê de hate azadkirin.

Sipêdeha roja Sêşemî 18ê Rêbendana 1401 a Rojî, ew welatiyê Kurd bi awayekî hov û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî di mala xwe de, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê bi mebesta lêpêçînê bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hate veguhastin.

Semîh Resûlî piştî dawîpêhatina lêpêçînê, bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin.

Heya niha sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin ti zaniyariyek li ber dest de nîne.