Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Armîta Girawend şehîd bû

12:09 - 28 Çirriya pêşîn 2023

Nûçegihaniya fermî ya rejîma Îranê bi belavkirina raporekê şehîdbûna Armîta Girawend piştrast kiriye; Armîta Girawend 28 roj berî niha bi hegera lêdana hêzên cinayetkare rejîmê kevtibû rewşa Komayê û rejîmê ji dana her zanyariyek li vê derheqê de xwe diparast.

“Armîta Girawend” keça Kurd a temen 16 salî ya xelkê bajarê Kirmaşanê 28 rojan berî niha bi sedema derbên hêzên parastina hicaba bi serê vê, kevte rewşa komayê û ji vê demê ve rejîma Îranê hewl da ku vê cinayeta xwe perdepoş bike û rê neda ku ti zanyariyek li vê derheqê de belav be û piştî 28 rojan belav kiriye ku “Armîta Girawend” canê xwe ji dest daye.

Şehîd “Armîta Girawnd” li metroya bajarê Tehranê de ji aliyê hêzên parastina hicaba bi zorê ve hatibû kutan û derbên giran bi serê vê keça Kurd kevtibûn ku li encam de bi sedema xwînrêjiya mejî, kevte rewşa Komayê û xuya nîne ku “Armîta Girawend” li çi demekê de şehîd bûye û rejîma Îranê niha vê yekê belav dike.

Rejîma Îranê ji tirsê serhildana xelkê ji belavkirina nûçeya şehîdbûna Armîtayê xwe diparast.