Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 2 enbarên cebilxaneya spaha psdaran li Sûriyê teqandin

17:08 - 28 Çirriya pêşîn 2023

Amerîkayî li bersiva êrîşên milîsên ser bi rejîma Îranê bo ser binkeya Amerîka li Sûriyê, li êrîşeke esmanî de 2 enbarên cebilxaneya spaha pasdaran li Sûriyê de teqandin

Li halekê de ku egera berfirehbûna şer li Rojhilata Navîn de bihêztir dibe, Berpirsên Amerîkayê raginadine ku hêza Esmaniya Amerîkayê bi balafirên şerker ên cura F16 li demjimêr 4 û nivê sibêdehê 2 enbarên cebilxaneya spaha pasdaran li nêzî bajarê “Ebûkemal” li nêzî sînorê Îraqê teqandine.

Wezîrê Berevaniya Amerîka “Lloyd Austin” bi belavkirina daxuyaniyekê li vê derheqê de ragihand: “Ev operasiyone li bersiva êrîşên berdewam û sernekevtî yên li dijî hêzên Amerîkayê ye, êrîşên milîsên ser bi rejîma Îranê li dijî hêzên Amerîkayê bi ti awayek nayê qebûlkirin û divê bê sekinandin”.

Milîsên ser bi rejîma Îranê li Sûriye û Îraqê de bi êrîşên diron û rakêtan cehda derbelêdan bi hêzên amerîkayê dikin lê heta niha êrîşên wan serkevtî nebûne.