Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ertêşa îsraîl bi tank, mûşek û balafiran êrîş kire ser Xezê

17:10 - 28 Çirriya pêşîn 2023

Li şeva derbasyî de êrîşeke berfireh ji aliyê Ertîşa Îsraîlê ve li ser Xezê hatiye kirin û tank û serbazên Îsraîlê li nav Xezê de êrîş kirine ser hêzên Hemasê û 150 cihên Hemasê bûne armac û berpirsekî hemasê kuştin.

Pêka girtevîdyoyên belavbûyî, hêzake zêde ji tank û serbazên Îsraîlî, şeva derbasbûyî êrîşkirine ser Xezê û li bajarên wek Nablosê de jî Hemas bû armanca tank û mûşekan û fermadeyê berevaniya esmaniya Hemasê û berpirsê yekeya diron û paragilaydêrên Hemasê “Ossam Ebû Rekbe” hatiye kuştin û 150 cihên binerd ên hemasê jî hatine teqandin.

Rojnameya Îsraîlî ya “ Haaretz”belav kiriye ku Îsraîl jêrxanên leşkerî yên Hizbullahê li başûrê Lubnanê de jî kirne armanc.

Hêzên Îsraîlî li şerekî giran de derbên giran bi Hemasê xistine û tevî daxwaziya “Saziya Welatên Yekgirtî” bo sekinandina şer, biryar dane heta dawîanîn bi Hemasê, vî şerî bidomînin.

Pêka rapora nûçegihaniya “El-Cezîre” heta niha zêdetir ji 7 hezar û 300 Felestînî û hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin û zêdetir ji 18 hezar Felestînî û 5 hezar Îsraîlî jî hatine birîndarkirin.