Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama kak Mistefa Hicrî bi hilkevta cêjna Xawenkar

17:19 - 28 Çirriya pêşîn 2023

Kak Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana îranê, bi hilkevta cêjna Xawenkar peyamek belav kir.
Deqa peyamê bi wî awayî ye:
Cejna Xawenkar ku hilkevtekî Olî a hevwelatiyên bavermendên olê “Yarî” ye, hilgirê peyama serkevtin bi ser dujmin û neyaran de ye.
Bi hilkevta vê cejnê, ez pîrozbahiyê li tev bavermendên Yarî li hemî perçên Kurdistanê dikim.
Tewî evê ku Yarsan li bin givaş û çavedêriya demûdezgehên ewlehiye rejîma komara îslamî de ne û berdewam ji mafê Olî û ciwakiye xwe hatine bêparkirin, ez hivîdarim îsal, peyama serkevtina bi ser neyar û dujminên azadiyê de bikne hêvênê yekrêzî û cejnê.

Mistefa Hicrî
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba demokrat a Kurdistana Îranê
5ê Xezelwera 1402 a rojî