Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat: Mergê Armîta yê belgeyekî zindiye ji Zarok kujî û berdewamiya cinayetên komara îslamî

17:57 - 28 Çirriya pêşîn 2023

Xelkê mafxwaze Kurdistan û îranê!

Welat û rêkxistinên parêzvanên mafê mirov!

Mixabin Armîta Girawend, Keça nûciwane Kurd û xelka Kirmaşanê ku li heyamê meha derbasbûyî de bi sedema tundûtîjiya hêzên “geşta îrşad” a komara îslamî ve bêhiş kevtibû, piştî 28 rojan mana li komayê de, dilê vê yê tejî ji hivî ji lêdanê sekinî.

Armîta Girawend qurbaniyeke dinê a destê bi cinayete komara îslamî û siyaseta mirovkujî û Zarokkujiya vê rejîmê ye ku ku qedera vê weke qedera Jîna Emînî û sedan û Hezaran lavên dinêye wî welatî lêhat, û mergê vê bû belgeyekî dinê ye mafxwazî û xebata bi dijî kevnarperwerî û siyaseta dijîmirovane a rejîma komara îslamiya Îranê.

Armîta roja 9ê Rezberê li wêstgeha Mêtroya şoheda li Tehranê kevte ber êrîşa hêzên intizamî bi parêzvanên hicabê têne naskirin, piştre navendên ewlehî li nexoşxana Fecr a Tehranê razandin û bi pêkanîna rewşekî ewlehî a tund pêşahîka belavbûna heçî cure zaniyarî û nûçeyekê li ser rewşa Armîta yê girtin. Navendên ewlehî herwisa bi xistina malbata Armîta yê ku piştre Dayîka vê jî binçav kirin, li heyamê meha derbasbûyî de bi berdewamî cehd kirine çêrungekî direvîn û çêkirî, bi berewajiyê rasiyan bo raya giştiye Îran û cîhanê bas bikin û bi wî cureyî hindî destê wan hat cehd kirin ku vê cinayeta xwe perdepoş bikin. Niha jî piştî evê ku Armîtayê canê xwe ji dest da, dest bi ser termê vê de girtine û malbata vê xistine bin givaşê û îznê nadin ku li Kirmaşanê cihê ji dayîkbûna vê de teslîmî Axê bikin, gefa wê yekê jî ji malbata Armîta yê kirine ku nabe digel mediayan qise bikin û nabe zaniyariyên serrast ji ziman wan ve bêne belavkirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî ragihandina hevxemiya xwe digel malbata Armîta Girawend, vê cinayeta komara îslamî li derheq xelkê Kurdistan û Îranê mehkûm dike. Hevdem Hizba Demokrat xatirceme ku ciwatgeha mafxwaze Kurdistanê cinayetên komara îslamî bê bersiv nahêle, ji welatan û kom û komikên navnetewî ên ku xwe piştevanê mafê mirov dizanin, daxwazê dike bila hindî zêdetir Çav û Guhê wan li ser Îranê û cinayet û siyastên dijîmirovaneyên komara îslamî be. Herwisa bi givaş xistina ser rejîmê neçar bikin ku rastiyan bîne ziman û berpirsayetiya cinayetên xwe qebûl bike.

Hizba Demokrat li ser vê baverê ye ku heya rejîma komara îslamî li ser textê xwînmijiyê be, Zarokkujî û cinayetên vê rejîmê dê her dirêjî hebin û hevdem tundûtîjî û berdewamiya cinayetên komara îslamiya Îranê jî, nikarin xelkê azadîxwaze Kurdistan û Îranê ji xebat bona geheştina bi mafê xwe û sernixûniya vê rejîma sitemkar sist bike.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

6ê Xezelwera 1402 a rojî