Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi teqeya rastewxwe a hêzên henga sînorî li ser sînorê bane birîndar bû

11:07 - 29 Çirriya pêşîn 2023

Serwer Şerîfî, kolberê xelkê Bane bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdarên komara Îslamî a Îranê li ser sînorê Kêlê a wî bajarî bi dijwarî birîndar bûye û rewşa tendirustya wî ne baş e.

Li gorî rapora Hengawê, êvareya roja Şemî 6ê Xezelwerê, Serwer Şerîfî temen 26 salî û xelkê gundê Kewpêç a ser bi bajarê Bane bi teqeya rastewxwe a hêzên henga sînorî li ser sînorê Kêlê hate birîndarkirin.

Serwer Şerîfî li encama teqeya rastewxwe a hêzên hikumetê serê wî bi dijwarî birîndar bûye û rewşa tendirustiya wî nebaş hatiye ragehandin.