Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên çekdare rejîmê ve hate girtin

11:20 - 29 Çirriya pêşîn 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê, yê bi navê Hemze Pîrozî ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin.

Li gorî Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê  “Xweragirî” roja Înê 5ê Xezelwera 1402 a roji, Hemze Pîrozî welatiyê xelkê gundê Serdoş yê ser bi Merîwanê ji aliyê hêzên rrejîmê ve hate girtin û bo cihekî nexûya hatiye veguhastin.

Hêzên rejîmê li bajarê Merîwanê bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî, Hemze Pîrozî bi awayekî hov girtine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetên ku biser navbirî de hatinî sepandin ti zaniyariyek li ber dest de nîne.