Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê berdewame û diçe nava qonaxekî dijvartir

11:24 - 29 Çirriya pêşîn 2023

Artêşa Îsraîl bi piştevaniya sedan balafirên şerker ku berdewam mijûlî bombebarana binkên hemasê dikin, û sedan Tank û Zirehpoşan û Topxanê, êrîşa vejayî kirne ser Xezê û şerekî dijvar çêbû.

Balafirên Bombhavêj bi dehan kîlometr ji Tonêlên Hemasê li Xezê de ji nav birine, û gorî raporan li gelek cihan hêzên Îsraîlî rastî kemînên Hemasê hatine û nekarîne pêşrewiyê bikin, û şerê kolan bi kolan di navbera komandoyên artêşa îsraîl û çekdarên hemasê de çêbûye.

Rewşa xelkê medeniye Xezê gelek dijvare û Av û Berq û Telefon û înternêta wan li gelek cihan bi temamî qut bûye.

Hevdem girûmên milîs ên girêdayî bi rejîma Îranê wek Hizbullah û Cîhada Îslamî ji bona piştewanî ji hemasê, berdewam bi rakêt û mûşekan bajarên Îsraîl dikne armanc, Îsraîl jî bi bombebarana başûra Lubnan û Sûriyê binkeyên wan diteqîne û ji nav dibe.