Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, malbata Şehîd “Armîta Girawend” neçar kirine ku li ser daxwaza rejîmê, termê “Armîta”yê li bajarê Tehranê de bi axê bê spartin.
Şehîd “Armîta Girawend” bi çarenivîsek wek Şehîd “Jîna Emînî”, ji aliyê rejîma Îranê ve hate şehîdkirin û heta niha jî rejîmê givaşên xwe li ser wan malbatan bi dawî neanîye û malbata “Armîta Girawend” xistine givaşê ku termê “Armîtayê li goristana “Bihiştê Zehra” ya bajarê Tehranê de bi axê dispêrin.
Rejîma Îranê îzna veguhastina termê Armîtayê bi malbata vê re nedane ku bo bajarê Kirmaşanê veguhazin.
Rejîma Îranê ditrirse ku tirba şehîd “Armîta” wek tirba şehîd “Jîna”yê bibe navendek bo bizvandina serhildanê.
Xelkê li bajarên wek Tehran, Kerec û Şîrazê de bo rêzgirtin ji yada şehîd “Armîta”yê li dijî rejîma Îranê li demjimêrên şevê de dirûşmên wek “Armîta rêbaza te berdewam e, bimre rejîma zarokuj, em dê bikujin kesê ku xwîşka me kuştiye, desdirêjî cinayet bimre wilayet, bimre dîktator bimre wilayeta feqîh û çendîn dirûşmên din” li dijî rejîma Îranê dan.