Tevî ku malbata şehîd “Armîta Girawend” li jêr çavdêriya tund a rejîmê de ne, li dema şuştina termê “Armîta”yê li mirîşorxaneya “Bihiştê Zehra” yê, rejîmê ew cih milîtarîze kiriye û nahêlin kes li wir amade be.
Pêka raporên belavbûyî, rêjeya hêzên ewlehî û intizamî yên rejîma Îranê li mirîşorxaneya “Bihiştê Zehra” ya bajarê Tehranê, çend qat zêdetir ji rêjeya xelkê beşdarbûyî li şuştina termê “Armîta Girawend” e û bi awayekî dijwar, hemû aliyên rêûresma bi axsipartina “Armîta”yê li jêr çavdêriya rejîmê de tê encamdan.
Malbata şehîd “Armîta Girawend” dixwestên termê keça xwe ya şehîdbûyî li bajaraê Kirmaşanê de bi axê bispêrin lê rejîma Îranê îzna veguhastinê bi malbata “Girawend” nedan.
Ji destpêka derblêdan bi serê Armîtayê ve heta niha, rejîma Îranê bi gefxwarin ji vê malbatê, hevkilasî û mamoste û hevalên “Armîta”yê, nehiştiye zanyariyên serast li ser vê cinayeta hovaneya rejîmê bêne belavkirin.
Rêûresma bi axspartina şehîd Armîta Girawend pêka bernameya dariştî ya hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bi rê ve diçe û îzna hatina xelkê bo vê rûresmê bi kesê nedane.