Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm ji tirsê serhildana xelkê her derê Tehranê tevna ewlehî raçandiye

17:14 - 29 Çirriya pêşîn 2023

Rejîma dîktator a komara îslamî ku Armîta Girawend jî weke Jîna Emînî şehîd kir, li tirsê bertek û serhildana xelkê azadîxwaz de, li piraniya meydan û şeqamên bajarê tehranê de, hêzên tepeserkar û maşîn û alavên dije şoreş danane.
Îro ku termê şehîd Armîtayê di rewşekî tewaw polîsî û ewlehî de bi axê hate spartin, hevdem gelek çalak û xebatkaran û saziyan daxwaz ji xelkê kirine ku îro ser êvarî derkevne ser şeqaman û dengê xwe li hember cinayet û mirovkujiya rejîmê de bikne yek.
Hevdem li zaf tax û qadên tehranê û bajarên dinê de, ji bona xwedî derkevtin ji Armîtayê û bê deng nebûn li hember cinayetên rejîmê de, diruşm hatine nivsîn û wêneyên Armîtayê li der û dîwaran dane.
Herwisa li çendîn zanko û Qutabxanan de jî wêneyên şehîd Armîta yê li ser der û dîwaran dane.