Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de çendîn kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

14:46 - 29 Çirriya pêşîn 2023

Malnişînkiriyên dabînkirina civakî, xwediyên mînîbosan, malnişînkiriyên pîşeya Pola, kêmendanm û karkerên kompaniya neftê li çendîn bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Malnişînkiriyên dabînkirina civakî li bajarên Kirmaşan û Şûşê de li hember Fermandarî û herwisa bînaya sindûqa malnişînkiriyan kombûna nerizayetiyê lidar xistin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe yên rewa kirin. 
Herwisa li bajarê Îsfehanê de jî kêmendaman li ber deriyê bînaya îdareya Bêhzîstî li bajarê Îsfehanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Kaşanê de xwediyên mînîbosan kombûna nerizayetiyê lidar xistin. 
Herwisa karmend û kedkarên kompaniya Neft û gaza Axacarî, kombûna nerizayetiyê li ber deriyê îdareye berhevkirinê, lidar xistin.
Malnişînkiriyên pîşeya pola li parêzgehên “Îsfehan, Tehran û Xûzistan”ê li ber deriyê bînaya sindûqa malnişîênkiriyan li navenda wan parêzgehan de kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.