Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê de salvegera şehîdbûna “Kêywan Derwîşî” bi rê ve çu

17:23 - 29 Çirriya pêşîn 2023

Yekemîn salvegera şehîd “Kêywan Derwîşî” bi beşdariya hejmarek ji xelkê, malbat û hogirên wî şehîdî li ser tirba wî li gundê “Çinare” ser bi bajarê “Sinê” bi rê ve çu.
Şehîd “Kêywan Derwîşî” li 7ê Xezelwera 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên hov û serkutker ên rejîma Îranê ve hate şehîd kirin û salvegera wî şehîdê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” bi beşdariya hejmarek ji xelkê, malbat û dost û hogirên wî şehîdî li ser tirba wî li gundê “Çinere” ser bi bajarê Sinê hate lidarxistin.
Malbat û beşdarbûyên yekemîn salvegera şehîdbûna “Kêywan Derwîşî” bi xwendina sirûdên şoreşvanî, ev şehîdê riya azadiyê bi bîr anîn.