Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên serkutker ên rejîmê milîtarîzekirina bajarê Zahidanê didomînin

10:37 - 4 Çirriya pêşîn 2023

Hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê bi maşîn û motorsîklêtan li nav bajarê Zahidanê de dewran lê didin û li nav bajarî de hêzên serkutker û leşkerî cihgîr bûne û rewşa awarte ya bajar berdewam e.

Pêka wêne û girte vîdyoyên belavbûyî, roja Sêşemî 11ê Rezbera 1402 a Rojî, hêzên ewlehî, leşkerî û întizamî yên rejîma Îranê ji çend rojan berî niha ve li şeqamên wî bajarê de mane û milîtarîzekirina bajar û rewşa awarte didomînin û ji tirsê serhildana xelkê Belûç, bi maşînên leşkerî û motorsîklêtan li nav şeqamên wî bajarî de heta derengiya şevê, dewran lêdidin.

Pêka raporên belavbûyî, hêzên serkutker ên ewlehî û leşkerî yên rejîmê li taxên wek “Kişawerz û Meydana Koser” de dewran lêdidin û hêzên xwe cihgîr kirine.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên polîs ên rejîmê li vê rojê de li rêya “Îranşer-Xaş”ê, teqe li maşînekê kirine û maşîn agir pêketiye û kesên li maşînê de jî bi awayekî hovane hatine binçavkirin û heta niha sedema teqe û binçavkirin a wan hevwelatiyan nehatiye zanîn.