Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekaran li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, daxwaza birêvebirina mangirtinê kirin

10:53 - 30 Çirriya pêşîn 2023

Xwendekarên Zanîngeha Kirmaşan û Tehranê, daxwaza mangirtinê ji xwendekarên zanîngehan kirine ku li roja Dûşemî 8ê Xezelwerê bi lidarxistina kombûnê nerizayetiyê, kuştina Armîtayê şermezar bikin.

Pêka daxuyaniya Komîteya Xwendekarên Zanîngeha Razî ya bajarê Kirmaşanê, vê komîtê daxwaz ji xwendekarên vê zanîngehê kiriye ku li demjimêr 9:45 sibêdehê, kombûna nerizayetiyê bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq kuştina Armîta yê û bêzarbûna xwe ji wan kuştinan, lidar bixin û bo vê armancê, li ser kilasên waneyan amade nebin û mijarên ewlehî wek liberkirina kincên reş, maskên reş û … hd, biparêzin.

Herwisa Komîteya Xwendekarên yekeye Azad a Tehranê “Tehrana Şerq” daxuyaniyek  hevaheng û hevşêweyê daxuyaniya xwendekanrên Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê belav kirin.

Li beşeke wan daxuyaniyên hevşêwe de hatiye: Rejîma Îranê piştî derbasbûna salek ji qetla hikûmetî a xweîşka me “Jîna Emînî, careke din keçek ji warê Zagrosê kuşt”.

Herwisa li beşeke din a wan daxiyaniyan de hatiye: “Bêdengiya me dibe sedema kuştina Armîta û Jînayên din, heta ku ev rejîme ji nav neçe dest ji kuştinê bernade”.