Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 600 cihên Hemasê ji navbirine

11:29 - 30 Çirriya pêşîn 2023

Di demekê de ku Artêşa Îsraîl ev 2 roje êrîşa xwe a vejayî bi çuna nava Xezê destpêkiriye, hevdem balafirên şer berdewamin li ser bombebarankirina wan cihên herêma Xezê ku şik dibin endam û çekdarên Hemasê têdane.

Ji aliykî dinê jî şeva derbasbûyî çendîn nawçên Îsraîl bûne armanca Mûşekên Hemasê û bi vê sedemê Berqa hin taxan qut bû.

Pêşrewiya Artêşa Îsraîl li Xezê de berdewame û hin dewer û bajaran de şerê kola bi kolan di navbera Artêşa Îsraîl û hêzên Hemasê de çêbûye.

Artêşa Îsraîl di daxuyaniye kê de ragihand: Di wan şer û pevçunan de û herwisa bombebarana cih û lexmên Hemasê de, dehan kes ji serkirde û fermande û çekdarên Hemasê hatine kuştin û dehan Tonêl û lexm û Embar û cihê mana Hemasê hatine jinavbirin.

Gorî dawî amaran bi sedema wî şerî heta niha nêzî 9 Hezar kesî ji Felestîniyan û Hezar û 500 kes ji Îsraîliyan hatine kuştin û pitir ji 20 Hezar kesî jî birîndar bûne.