Li devedevê salvegera şehîdbûna “Komar Deroftade” yê temen 16 salî, xelkê bajarê Pîranşarê, bavê vî ji aliyê hêzên hov ên rejîma Îranê ve bo navenda ewlehî ya rejîmê li bajarê Pîranşarê hatiye gazîkirin.
Pêka raporên navendên mafê mirovî yên Kurdistanê, roja Şemî 7ê Xezelwera 1402 a Rojî, “Hesen Deroftade”, bavê şehîd “Komar” ê temen 16 salî ku li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hate şehîdkirin, careke din hate gazîkirin û li derheq birêvebirina rêûresma salvegera şehîdbûna “Komar” de gef li wî xwarine û heyamê 2 demjimêran lêpirsîn li wî kirine.
Hate zanîn ku rejîmê hûşdarî daye “Hesen Deroftade” ku nabe bi ti awayek li torên civakî de ti basek li devedevê salvegera Komar de belav bike, Herwisa rejîmê li derheq birêvebirina merasima salvegera şehîdkirina “Komar”, gef li wî xwarine ku nabe bête lidarxistin.
Roja Çarşemî 25ê Gelawêj a 1402 a Rojî jî hevdem digel roja jidayîkbûna “Komar” endamên malbata Deroftade” li rêya çon bo ser tirba şehîd Komar li goristana gundê “Zêwke”, hatibûne binçavkirin.
Herwisa bavê “Komar” roja Şemî 21ê Gelawêjê ji aliyê hêzên Îtilaat a spaha apsdaran a terorîst ve hatibû gazîkirin, Herwisa bavê vî şehîdî, li sala derbasbûyî de jî çendîn caran bo navendên ewlehî yên rejîmê hatiye gazîkirin û rejîmê gef li wî xwariye.