Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayetên rejîmê li pey hev bi ser xelkê Belûç de berdewam in

00:39 - 31 Çirriya pêşîn 2023

Rejîma Îranê li bajarê raskê de teqe li şewatbirekî Belûç kirin û maşîna wi li encamê de tûşî xisareke zor bûye û li Îranşehrê de jî agir berdane maşîna kasibkarekî û 2 kasibkar jî ku dixwastin xwe ji dest hêzên rejîmê xelas bikin, maşîna wan wergeriya û bi vê sedemê herduk kasibkaran canê xwe ji dest dane.
Pêka raporên belavbûyî, hêzên Mirsad ên ser bi hêza întizamiya rejîma hov a Îranê, roja Înê 5ê Xezelwerê li bajarê Raskê de teqe li maşîna şewatbirekî Belûç kirine ku li encam de maşîna wî rastî xisarên gelek giran hatiye û zêdetir ji 20 gulleyan bi vê maşînê kevtine lê xwe ti derbek pê neketiye.
Herwisa li bajarê Îranşehêr de şewatbirek roja Şemî 6ê Xezelwerê, rastî teqeya rasterast a hêzên hov ên Întizamî hatiye ku li encam de maşîna wî şewitiye û hêzên rejîmê teqe li wî şewatbirî kirine û navbirî ji vê teqeyê rizgar bûye.
Herwisa li rêya “Zahidan-Bem”ê de ku hêzên rejîmê kevtibûne bi dû kasibkaran maşîna 2 şewatbirên Belûç vergeriya ku li encan de li nav agir de şewitîne û canê xwe ji dest dane, navê wan 2 şewatbiran “Rehmetullah Naroyî, 39 salî kurê Xudadad û Xalid baranzêhî yê temen 23 salî, kurê Mihemedgul ku nasname jî nebûye” hatiye ragihandin.
Hêzên rejîma dîktator rojane kasibkar û kolberên Belûç û Kurd didne ber gullan û dikujin, kuştin û birîndarkirina kolberan  û şewatberan tenê bi armanca çêkirina tirs û xofê di nava xelkê Kurdistanê de ye bona pêşîgirtin ji berfirehbûna nerizayetiyan.