Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Parlemana NATO, daxwaza bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji endamên NATOyê kir

09:05 - 31 Çirriya pêşîn 2023

Girûpa taybet a Deryaya Naverast û Rojhilata Navîn a Şêwreya Parlemaniya NATOyê bi belavkirina raporekê, daxwaz ji welatên endam li NATOyê de kir ku spaha pasdaran wek rêkxiraweke terorîstî nas bikin.

Bo yekemîn car NATO dixwaze spaha pasdran wek rêkxiraweke terorîstî tomar bike lewma, girûpa taybet a Deryaya Naverast û Rojhilata Navîn a Şêwreya Parlemaniya NATOyê, raporekê li jêr navê “Guherîna Jêopolîtîkê li Îran û Rojhilata Navîn” pesend kir û li vê raporê de bi welatên endam li NATOyê de pêşniyar hatiyue kirin ku spaha pasdaran wek rêkxiraweke terorîstî tomar bikin û dawî bi siyaseta bi barimtegirtinan a rejîma Îranê bînin.

Herwisa li vê rapora pesendkirî de îşare bi azadiya binçavkiriyên bê tawan li Îranê, dawîanîn bi bernameya navkî-leşkeriya rejîma Îranê û qebûlnekirina piştevaniya rejîma Îranê ji terorîzmê, hatiye kirin.

Nûnerê welatê Bêljîkê li Şêwreya Parlemaniya NATOyê “Têo Firankin” ku ew rapore bi hewla wî hatiye pesendkirin, li vê derheqê de got: “Pesendkirina vê raporê pêngavek gelek girîng e bi vê sedemê ku ew yekem car e ku Şêwreya Parlemaniya NATOyê, raporek li derheq rejîma Îranê pesend dike û ew yeka dide xuya ku me xelkê Îranê ji bîr nekiriye”.