Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Natanyaho: “Rejîma Îranê nikare rêgirî ji asayîbûna pêwendiyên Îsraîl û Erebistanê bike”

11:10 - 4 Çirriya pêşîn 2023

Serokwezîrê Îsraîl piştî axaftinê “Elî Xamineyî” li derheq asayîbûna pêwendiyên Îsraîl û Erebistanê bi tekezî ragihand ku rejîma Îranê şiyana rêgirîkirin ji asayîbûna pêwendiyên Îsraîl û Erebistanê nîne.

Roja Sêşemî 11ê Rezberê, Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” tevî tekezî li ser neşiyana rejîma Îslamiya Îranê bo rêgirîkirin li pêvajoya aşitî li Rojhilata Navîn û asayîbûna pêwendiyên Îsraîl li vê deverê got: “Li halekê de ku rejîma teror a Xamineyî mijûlê kuştin û kawilkariyê ye, Îsraîl li rewşa pêşkevtin û aşitiyê ye”.

Herwisa navbirî gotiye: “Tevî ku rejîma Îranê nekarî rêgirî li lihevhatina “Îbrahîm” bike, em li berfirehtirkirina asta aşitiyê bo qazanca xelkê Îsraîl, deverê û bi giştî bo mirovahiyê, dest hilnagirin.

Herwisa Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê “Yoav Gallant” jî li derheq axaftinên “Elî xanimeyî de got: “Rejîma terorîstiya bikuj a Îranê berê karî çendîn welatên li jêr kontrola xwe ji hev hilveşîne û niha hewlê dide ku bi gefxwarinên çewt aşitiyê reş bike”.

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” roja Sêşemî 11ê Rezberê îdia kiribû: “Asayîkirina welatên deverê digel Îsraîl bi zirara wan e û îsraîl li rewşa herifîn û jinavçonê de ye”!