Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sendîkaya Mamosteyên Îranê kuştina Armîta Girawend şermezar kir

11:41 - 31 Çirriya pêşîn 2023

Sendîkaya Mamosteyên Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê tevî şermezarkirina kuştîna “Armîta Girawend” ragihand: “Li rewşek wiha de hizreke bi sam çê dibe ku renge keça sibê bê kuştin, keça wan be”.

Sendîkaya Mamosteyên Îranê roja Dûşemî 8ê Xezelwerê, daxuyaniyek li derheq kuştina şehîd Armîta Girawend” belav kirin, li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Li halekê de ku xelkê Îranê hêj li xema jidestdana keç û kurên xwe yên ciwan ên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ne, keçeke nûciwan a din bi qederek wek qedera Jîna Emînî, per per kirin”.

Her wisa vê sendîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Duşemî 8ê Xezelwerê jî, tevî şermezarkirina kuştina hikûmî ya “Armîta Girawend” , bi tekezî ragihandibû ku “Armîta, Jîna, Nîka, Sarîna, û …. hd” ew keçên şoreşger in ku li hember siyasetên çandî-îdeolojîk yên desthilatdariya zordar, sekinîn û nirxa wê berxwedanê bi canê xwe dan.