Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dengê erê daye bi du dewletbûna Îsraîl û Felestînê

11:45 - 31 Çirriya pêşîn 2023

Siyaseta çewtekar û şikesxwariya dualî ya rejîma Îranê ku ji aliyekê dengê erê bi 2 dewletbûna Îsraîl û Felestînê dide, ji aliyê din ve jî bi handana xelkê Felestînê bo domandina şer, wan dide kuştin.

Tevî hemû dijayetiyên rejîma Îranê li wan çend dehikên desthilatdariya xwe de, digel Îsraîlê û hemû dirûşmdanê xwe li çend dehikan de, siyaseta çewt û xapênoka xwe li hember xelkê Felestînê berdewam dike, ji aliyekê dewleta Îsraîl û Felestînê bi 2 dewlet nas dike ji aliyê din ve xelkê bo şer digel Îsraîlê han dide.

Li îna derbasbûyî de rejîma Îranê li civîna giştî ya Ntewên Yekgirtî de dengê erê bi vê yrekê da ku Felestîn û Îsraîl 2 dewletên cuda bin, ji aliyê din ve xelkê Felestînê han dide ku şer digel îsraîlê bidomînin, armanca bingehîn a Îranê, eve ku xelkê Felestînê bide kuştin û şer û aloziyan li nawçê de zêde bike.

Pêka dawî amarên belavbûyî heta niha zêdetir ji 31 rojnamevan û pitir ji 8 Hezar kes ji xelkê Felestîn û 1500 kes ji xelkê îsraîlê hatinekuştin û zêdetir ji 20 hezar kes jî hatine birîndarkirin û bakûrê Xezê bi tevahî kawil bûye lê rejîma Îranê hêj hewlê dide ku zêdetir xelkê Felestînê bide kuştin.