Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

16 meh girtin û durxistin ji zêdê xwe biser welatiyekî Kurd de hate sepandin

11:54 - 31 Çirriya pêşîn 2023

Welatiyekî Kurd û xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê Mihemed Sohrabî ku sala derbasbûyî li dema şoreşa Jînayê de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî a rejîma Îranê ve 16 meh girtin û durxistin ji zêdê xwe, biserde hatiye sepandin.

Li gorî nûçeya Hengawê, Mihemed Sohrabî welatiyê xelkê bajarê Pîranşarê ku di heyama derbasbûyî de ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Mihabadê, bi tohmeta endambûn li yek ji hizbên kurdî yên dijberên rejîma Îranê, 16 sal girtin bi serde hatiye sepandin.

Herwisa ev welatiyê Kurd ji aliyê Dadgehê ve cezayê salek durxistin bo parêzgeha Zencanê biser de hatiye sepandin.

Mihemed Sohrabî welatiyê xelkê bajarê Pîranşarê roja 21ê Xezelwera 1401 a Rojî,  li dema şoreşa Jînayê ji aliyê hêzên Îtilaata Komara Îslamî ve hatibû girtin.

Piştre roja Çarşemî 21ê Befranbara sala derbasbûyî piştî 2 meh ji girtinê, bi dana barimteya girana 5 Milyard Tumenî bi awayekî demkî heya dawî qonaxên dadgehiya xwe li girtîgeha Navendî a Nexedê hate azadkirin.