Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agnes Callamard: “Kesên ku bûne sedema kuştina Armîta Girawend divê bêne dadgehîkirin”

17:42 - 31 Çirriya pêşîn 2023

Sekretera Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaza dadgehîkirina bikujên “Armîta Girawend” kiriye û gotiye: kesên ku berpisê mirina neyasayî ya Armîta Girawend in, divê bêne dadgehîkirin”.

Sekretera Saziya Lêbihorîna Navnetewî “Agnes Callamard” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de li roja Dûşemî 8ê Xezelwerê nivîsandiye: “Ez ji vê yekê ku jiyana ciwanekî din û vê carê “Armîta Girawend” a 16 salî bi sedema yasayên bêrîzîker û sivikker ên hicaba bizorê li Îranê de bi dawî anîn, bi kerb û kîn û xembar im; Kesên ku berpirsê mirîna neyasayî ya Armîta Girawend in, divê bêne dadgehîkirin”.

Herwisa navbirî li 28ê Rezberê de jî daxwaz ji rejîma Îranê kiribû ku îznê bide lêkolerên derxistina rastiyan û bisporên serbixwe bo lêkolîn li ser rewşa Armîtayê li nexweşxaneyê û mana vê li komayê de herin Îranê”.

Herwisa “Agnes Callamard” roja Sêşemî 9ê Xezelwerê, li ser tora civakiya “X” nivîsand: “Welatên cîhanê divê rêkarên yasayî yên navnetewî bigirne ber xwe û rejîma Îranê bi sedema dana ferman, dariştina pîlan û encamdana berfireh a tawanên sîstematîk li dijî mafên mirovî yên keç û jinan bi rêya hicaba bi zorê, neçar bi bersivdanê bikin”.