Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piledarên ewlehî yên Birîtaniyayê ragiandine ku rejîma Îranê gef li ser canê xelkê Birîtaniyayê ye

17:44 - 31 Çirriya pêşîn 2023

Berpirsên Ewlehiya Birîtaniyayê, dije teror û Dezgeha MI6 a Birîtaniyê gotine ku rejîma Îranê bi berdewamî li ser xelkê Birîtaniyayê gef e û rengehiya handana girûpên tundajo yên ser bi rejîma Îranê li Birîtaniyayê heye.

Rojnameya “The Guardian” a Birîtaniya roja Dûşemî 8ê Xezelwerê nivîsand: “Dezgeha MI6 û piledarên Dijeteror ên Birîtaniyayê ragihandine ku rejîma Îranê bi berdewamî gefeke ewlehî ya zêde bo hevwelatiyên birîtaniya û rexnegir û dijberên rejîma Îranê li wî welatî de ye û niha metirsiya rejîma Îranê bo ser xelkê û berjewendiyên Birîtaniyayê ji Çîn û Rûsiyê gelek zêdetir bûye.

Herwisa li vê rojnameyê de hatiye: “Bi destpêkirina şer li navbera Îsraîl û Hemasê, Birîtaniya nigeran e ku girûpên tundajo yên olî û girûpên ser bi rejîma Îranê bi handan û bizivandinên ji aliyê Tehranê, kiryarên terorîstî li Birîtaniyayê de bikin”.

Herwisa Rojnameya “The Guardian” nivîsandiye: “Rejîma Îranê heta meha February a sala 2023 zêdetir ji 15 pîlan bo teror an revandina xelkê Birîtaniya û rexnegir û dijberên xwe yên niştecî li wî welatî, hebûne ku bi sedema hişariya hêzên ewlehî bê encam mane û hatine pûçkirin”.

Herwisa vê rojnameya daye zanîn ku spaha pasdaran heyemeke zêde ye ku toreke derzkirin li Birîtaniyayê ava kiriye ku bi rêya vê torê, digel zêdetir ji 10 mizgevtan, girûpan û damezraveyên çandî pêwendî heye.