Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandina mahwareya Nûr-3 bo boşayî esman, berteknîşandina Birîtaniyayê li pey xwe anî

11:35 - 4 Çirriya pêşîn 2023

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê li berteka şandina mahwareya “Nûr-3” ji aliyê rejîma Îranê bo boşayîya esman, bêrêzîkirina vê rejîmê bi çarçoveyên navnetwî û gefek micid li ser ewlehiya cîhanê binav kir.

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê li berteka şandina mahwareya “Nûr-3” ji aliyê rejîma Îranê ve bi mifahvergirtin ji teknolojiya mûşekên balistîkî yên dûrhawêj bo boşayîya esman, daxuyaniyek belav kir û li vê daxuyaniyê de ragihandiye: “Kiryarên rejîma Îranê bêrêzîkirin bi çarçoveyên diyarîkirî yên navnetewî dide xuya û gefa micid a vê rejîmê li ser ewlehiya cîhanê dide selimandin”.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “Tevî daxwaziyên lipeyhev ên “Şêwreya Ewlehî” ya Saziya Netwên Yekgirtî ji rejîma Îranê bo sekinandina bernameya mûşekên balistîkî, rejîma Îranê şandina vê mahwareyê encam daye”.

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê tekezî kiriye ku erkdar e, bi hevkariya hevpeymanên xwe bo rêgirêkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî û neçarkirina vê rejîmê bo bersivdan li derheq bernameyên kawilker li cihên cuda ên cîhanê, hemû pêngavên diplomatîk bi kar bîne.