Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qobiya “Heşêlan” li parêzgeha Kirmaşanê de çik bû

12:14 - 4 Çirriya pêşîn 2023

Li berdewamiya siyasetên kawilker ên rejîma Îslamiya Îranê li jîngeha Rojhilatê Kurdistanê, qobiya “Heşêlan” ji aliyê rejîma Îranê ve hate çikkirin.

Qobiya “Heşêlan”ê li parêzgeha Kirmaşanê, yek ji mezintirîn qobiyên vê parêzgehê ye û bi sedema xemsarî û guhpênedana berpirsên rejîmê, çik bûye.

Serokê Îdareya Parastina Jîngeh a rejîmê li parêzgeha Kirmaşanê “Mihemedhusên Felahî” gotiye: “Qobiya Heşêlanê bi tevahî çik bûye û qobiyên din ên vê parêzgehê jî an bi tevahî çik bûne an li rewşa çikbûnê de ne”.

Hêjayê gotinê ye ku çikbûna qobiya “Heşêlan”ê li halekê de ye ku rejîma Îranê mijûlê veguhastina av ji vê deverê bo cihên din ên Îranê û guherîna aliyê herikîna çeman bo deverên derveyê parêzgehên Kurdistanê ye.