Endamên tekoşer û dilsoz ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi encamdana çalakiyên banghêjî li devera mihala Şazdeya Mihabadê, bi gurtir ji berê, piştevaniya xwe li Hizba Demokrat û Siyaseta hizbê dubare kirin.
Şeva Sêşemî 11ê Rezbera 1402 a Rojî, endamên bivêr ên Hizba Demokrat li devera mihala Şazdeya Mihabadê, li gundên, Tepereş, Qela, Heyran, Çoxanlû û Kurawa, li berteknîşandan bi gefxwarinên rejîma Îslamiya Îranê, bi lidarxistina çalakiyên banghêjî, bi dijminan re dane selmandin ku Hizba Demokrat bi ti hêzekê, nayê şikandin.
Endamên netirs û tekoşerên Demokrat li bajarê Mihabadê bi nivîsadina dirûşiman û bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat, çalakiyên banghêjî lidarxistin û pêgeha bihêz û xoşewîstiya Hizbê nîşan dan û bo carek din emegnasî û wefadariya xwe bo Hizba Demokrat û tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dane xûya.