Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Armîta Girawend a Keçe Kurd bi sedema derbên karbidestên rejîmê bi serê vê, li rewşa komayê de ye

18:38 - 4 Çirriya pêşîn 2023

“Armîta Girawend” a temen 16 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê, ji 2 rojan berî niha ve bi sedema lêdan û kutan ji aliyê karbidestên rejîmê yên taybet bi hicaba bi zorê li mêtroya bajarê Tehranê, li rewşa komayê de ye û li nexweşxaneya “Fecr” a hêza esmaniya rejîmê li bajarê Tehranê, li jêr tundtirîn rewşa çavdêriya ewlehî de hatiye razandin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovê ya “Hengaw”ê, berî nivroya roja Yekşemî 9ê Rezberê, “Armîta Girawend” a temen 16 salî ya xelkê bajarê Kirmaşanê û nişteciyê bajarê Tehranê, li metroya bajarê Tehranê de bi sedema birêvenebiriya hicaba bi zorê, ji aliyê karbidestên rejîmê ve kevte ber lêdan û kutanê û bi sedema derbeya giran bi serê wê, bêhiş bû û piştre bi rêya ambolansekê bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, bi sedema cihgîrbûna berfireh a hêzên îtilaatî yên rejîmê li nexweşxaneya “Fecr” de niha dîtina vê keça nûciwan heta bo malbata vê jî ti îmkanek nîne. Roja Derbasbûyî, nûçegihanek ku bo berhemanîna raporekê serdana vê navenda dermanî kiribû, bi lezgînî ji aliyê hêzên Îtilaatî yên rejîmê ve hatibû girtin. Navê vê Nûçegihanê “Meryem Lotfî” ya ser bi rojnameya “Şerq” a rejîmê ye ku piştî belavbûna nûçeyê, piştî çend demjimêran, hate azadkirin.

Ji dema belavbûna nûçeya rewşa “Armîta”yê ve, tevahiya ragihandinên ser bi rejîma Îranê bi awayekî rêkxistinkirî û bi naverokên vekhev, lêdan û kutana vê nûciwanê red dikin û berpirsên rejîmê jî îdia kirine ku ti reftareke tundûtîj a fîzîkî digel Armîtayê nehatiye kirin. Ew îdiayane bi tenê bi pêka girtevîdyûyeke kurtkirî tê kirin ku ji aliyê kamêraya derveyê qetarê hatiye hilgirtin.

Li vê derheqê de ragihandinên ser bi rejîmê bi belavkirina gotinên berpirsên metroya Tehranê îdiayên daketina zext û bêhişbûna “Armîta Girawend” tînin berbas ku bi berçavgirtina perdepoşkirin û amadebûna rêjeyeke zor ji hêzên ewlehî û ewlehiyake dijwar li nexweşxaneyê û nedana derfet bo dîtina “Armîta”yê, hizra giştî nigeranê dubarebûnekê wek şehîdbûna “Jîna Emînî” ne.

Hêjayê gotinê ye ku li heyama wan 2 rojên derbasbûyî, tî nûçeyeke bavê Armîtayê, “Behmen Gerawend” û dayîka vê “Şehîn “Ehmedî” nehatiye belavkirin ku dide xuya kontroleke tund û dijwar a ewlehî bi ser vê malbatê de hatiye sepandin ku ti zanyariyek ji aliyê wan ve neyê belavkirin.