Ciwanên bajarê Sinê bi nivîsandina dirûşmên wek “jin jiyan azadî bo wênekirina dubare ya vê demê” nîvîsandin û lêdana “Armîta”yê ji aliyê cinayetkarên rejîmê ve şermezar kirin.
Roja Çarşemî 12ê Rezbera 1402 a Rojî, ciwanên bajarê Sinê bi nivîsandian dirûşmên wek “ jin jiyan azadî û bo wênekirina dubare ya vê demê” û heştega “Armîta Girawendî” kutana vê keça 16 saliya Kurd şermezar kirin.
“Armîta Grawendî” ya xelka bajarê Kirmaşanê û nişteciyê bajarê Tehranê, ji aliyê hêzên tepeserkare rejîmê yên birêvebirina hicaba bi zorê li metroya bajarê Tehranê de kevte ber lêdan û kutanê û derba giran li serê vê ketiye û çend roj e ku li nexweşxaneya “Fecr” a ser bi hêza esmanî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li rewşa komayê de ye.
Nexweşxaneya Fecr li jêr çavdêriya tund a hêzên îtilaatî û leşkerî yên rejîma Îranê de ye û îzna dîtina “Armîta”yê nadne ti kesî û bi hemû awayekê hewla perdepoşkirina vê cinayeta xwe didin.